Rêxistina HANA ya Mafê Mirovan ku rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê dişopîne, ragihand ku hêzên taybet ên Îranê, bi ser zindana mezin a Tehranê de girtin û nêzî 500 girtiyên siyasî bi awayekî hovane veguhastin zîndana Evîn.
Li gor wê rêxistinê, di dema veguhastinê de, girtî bi hev hatibûn girêdan û rastî eşkenceyê dihatin û beşek ji wan bo cihên nediyar hatin veguhastin û nehiştin ku girtî têkiliyê bi malbatên xwe re bikin.
Ji aliyê xwe ve jî, çalakvana mafê mirovan a ku xelata Nobel a aştiyê bidest xistiye, Nêrgiz Muhemedî da xuya kirin ku ev kar dermirovî ye û got: "Tendirustî û ewlehiya girtiyan di bin metirsiyê de ye."