Li Siweydayê agirbest hat binpêkirin û careke din şer derket

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Siweydayê eşkere kir ku agirbest bê navber ji aliyê hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve, tê binpêkirin û diyar kir ku ew li gorî peymanên navneteweyî, sivîlan diparêzin û ew amade ne bi Koalîsyona Navneteweyî û hêzên din ên navneteweyî re, ji bo ewlehiyê bikevin nava kordînasyonê de.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Siweydayê agirê şer nehatiye vemirandin, rayedarên Şamê li jêr navên cuda hewl didin vê herêma başûrê Sûriyeyê têxin bin kontrola xwe, lê rêberê rûhanî yê Durziyan vê yekê qebûl nake û dibêje şerê qirkirinê li hember wan tê meşandin.

 

Hêzên Hikûmeta Veguhêz êrîşî ser bajarokê El-Mecdel kirin

Çavkaniyeke xwecihî ji Siweydayê tekez kir ku duh hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê bi çekên giran û topên hawanan, êrîşî bajarokê El-Mecdel ê rojavayê Siweydayê kirin.

Her wiha hêzên Hikûmeta Veguhêz li bajaroka El-Mezre'a bi cih bûne, bi vê yekê jî peymana agirbestê tê binpêkirin.

 

Meclisa Leşkerî ya Siweydayê: Em gelê xwe diparêzin

 

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Siweydayê Tariq El Şofî da zanîn ku agirbest bê navber ji aliyê hêzên Hikûmetê ve tê binpêkirin.

Tariq El Şofî bal kişand ser binpêkirina agirbestê û got:" Êrişî ser gundê Qurbe Necran hat kirin û di heman demê de,bi dehan mal û milkên sivîlan hatin talankirin û pişt re ew mal hatin şewitandin û teqandin.”

El Şofî bang li Rêxistinên Navnetewî kir ku kar ji bo parastina gelê Durzî bê kirin, ji ber ku ew bi qirkirinê re, rû bi rû ne.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Siweydayê Tariq El Şofî diyar kir ku ew ji bo parastina gel şer dikin û hêzên wan ji sînorên gund û bajarên Siweydayê dernakevin.

 

El-Hecerî: Hêzên Hikûmetê jin û zarokên Siweydayê dikujin

 

Rêberê Rûhanî yê Durziyan şêx Hikmet El Hecerî sûcên qirkirinê û binpêkirinên berfireh ên li dijî sivîlan ji hêla Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve hatine kirin, şermezar kir.

El Hecerî dest nîşan kir ku çekdarên Eşîrên Ereban û hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê bi awayekî hovane êrîşî Siweydayê kirin û zêdetirî hezar kesî kuştin, ku di nava wan de, jin, zarok û kesên ku bi temen mezin jî hebûn.

El Hecerî eşkere kir ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê di bin navê "ferzkirina ewlehiyê" de dixwaze komkujiyan rewa bike.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24