Demek e li Îraqê behsa aliyê borî û enerjiyê tê kirin.
Pispor û şarezayên aborî vê carê bêdeng neman û behsa vê sektorê li Îraqê kirin.
Şarezayên aborî diyar kirin ku bi armanca zêdekirina helbirîna navxweyî û peydakirina pêdiviyên zeviyên berhemanîna kehrebyê, hikûmeta Îraqê kar li ser cîbicîkirina bernameyên pêşxistina qazê dike.
Pisporan tekez kirin ku projeyên xazê li Îraqê ne tenê dosyayek aborî û veberhênanê ye, lê bûye dozek girêdayî ewlehiya dewlet û pêşeroja aramiya xizmetên sereke.
Pispor û şareza dibêjin ku Îraq xwedan mezintirîn alternatîfên xaza xwezayî li cîhanê ye û îro Îraq li ber derfeteke dîrokî ya veguherandina vê samanê da ku bibe amûra xurtkirina aboriya niştîmanî.
Şarezayên aborî destnîşan bi tecrubeyên heyî yên xazê kirin û diyar kirin ku xaza navxweyî ya Îraqî piştgiriyê dide tora kehrebeyê.
Zeviyê Kormor jî ku rojane 452 milyon metrekup xazê berhem dide nemûneya karînên projeyên Îraqî li ser zêdekirina hilberînê, bidestxistina dahatên aborî û pêşxistina pisporiya neteweyî ye.
Wezareta kehrebeyê demeke berê jî ragihandibû ku rawestandina berhemanîna xazê ji zeviyê Dane yê li kormorê, hezar û 400 mêga wat ji kehrebeyê ji dest dide.
Elî Zeydî: Hikûmet pabendî projeya ji bo hilberandina kehrebeyê ye
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî jî li Amerîka serdana şîrketa ExxonMobil kir û li gel serokê wê hin mijarên girêdayî enerjiyê nîqaş kir.
Di wê serdanê de projeyên zêdekirina kapasîteyên hilberîn û hinardekirina petrolê û hevkariya ji bo pêşxistina parzûngehan nîqaş kir.
Di heman demê de Elî Zeydî tekezî li ser pabendbûna hikûmetê ya bidawîanîna girêdana Îraqê bi hawirdekirina gazê ji bo helbirandina elektrîkê kir.
Beriya wê bi rojekê jî Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bi hejmareke nûnerên kampanyayên cîhanî yên enerjiyê re civiyabû.
Girîngiya avakirina hevkariyên stratejîk ên demdirêj ligel kompaniyên pêşeng ên cîhanî yên enerjiyê re di wê hevdîtinê de hatibû nîqaşkirin.
Odeya Bazirganiyê ya Dualî ya DYAyê û Îraqê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî di foruma diyaloga aborî ya hevbeş de ku li Houston, Texasê hat lidarxistin, kir.
Di vê çalakiyê de Wezîrên Petrol û Elektrîkê, hejmarek şêwirmend û komeke mezin ji nûnerên kampanyayên Amerîkî, karsaz, veberhîner, bankevan û nûnerên saziyên veberanîn, darayî û şêwirmendiyê amade bûn.
Elî Zeydî, ji Houstonê, plana projeya "Bajarê Enerjiyê" li El-Fawê ragihand.