Rawhi Afgani: Divê NY ji bo avakirina sûriyê gavan bavêje

Cîgirê Nûnerê UNDPê li Sûriyê, Rawhi Afgani bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo ji nû ve avakirina Sûriyê gavên bi lez bavêje.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nûnerê UNDPê li Sûriyê, Rawhi Afgani di rêya ajanasa AFP`ê re diyar kir ku ji nû ve avakirina Sûriyê wê di berjewendiya her kesî de be û wê rê li ber kirîzên mirovî û aborî bigre.

Rawhi Afgani anî ziman ku pêdiviyên avakirinê pirin, ji bo ji nû ve avakirina Sûriyê divê xanî, cihê perwerdê, cihê tenduristî û binesaziyê werin avakirin ev yek jî pêwîstiya wê bi alîkariyek navneteweyî heye.

Afgani destnîşan kir ku kêmbûna xizmetguzarî nahêlin Sûriyeyî yên li Ewropayê vegerin û hêvî kir ku pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyê rê li ber vegera wan veke.

Rawhi Afgani di dawiya axaftina xwe de bang li karkerên Sûriyeyî yên li dervayî welêt kir werin û tevlî ji nû ve avakirina Sûriyê bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye