Çavkaniyan ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Navnetewî li derveyî herêma 55 kîlomitrî li ser sînorê Sûriye-Iraq-Urdunê, dest bi avakirina baregeheke leşkerî ya nû kirine.
Çavkaniyan diyar kirin ku armanca vê gavê endamê nû di nav hêzê de werin perwerdekirin û amadekariya wan a operasyon li herêmê ye.
Di 16'ê Cotmehê de li bajarê Palmîra ya Sûriyeyê tevgerên leşkerî yên neasayî hebûn.
Çavkaniyan gotin ku hêzên Amerîka ber bi baregeha El-Tenefê vekişiyan bi armanca avakirina baregeheke leşkerî ya nû li herêmê.