Amerîkayê dorpêçan li ser toreke fînansekirina cîhanî ya DAIŞ`ê ferz dike

Amerîka cezayan li ser toreke fînansekirina cîhanî ya DAIŞ'ê ferz dike. Ceza li ser sê kes û şeş şîrketan ferz kirin ji ber ku tê îdiakirin ku wan danûstandinên derveyî yên DAIŞ'ê hêsan kirine.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Şerê darayî yê li dijî DAIŞ'ê di qonaxeke nû de ye.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dorpêçeke nû ya cezayan ragihand.

Ku armanc dike torên darayî yên ku rêxistin ji bo veguhestina fonên xwe û piştgiriya operasyonên xwe li çar aliyê cîhanê ve girêdayî ne, ji hev veqetîne.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ceza li ser sê kes û şeş şîrketan ferz kirin.

Ji ber ku tê îdiakirin ku wan danûstandinên derveyî yên DAIŞ'ê hêsan kirine.

Wezareta Amerîkayê: Em ê amûrên dîplomatîk bikar bîne da ku DAIŞ'ê bigire

Wezareta Derve ya Amerîkayê têkildarî mijarê li ser malpera X'ê daxuyaniyekê belavkir û wiha got:

''Sazî û kesên hedefgirtî li Ewropa, Rojhilata Navîn û Afrîkaya Rojava dixebitin.

Veguhestina pereyan bi rêya sînoran bo DAIŞˊê hêsan dikin."

Wezaretê di dawiyê de destnîşan kir ku tora wan ji Fransa û Sûriyê heta Tirkiyê û Nîjeryayê dirêj dibe û wiha qedand:

"Em ê hemî amûrên dîplomatîk û qanûnî bikar bîne da ku DAIŞ'ê û alîgirên wê berpirsiyar bigirin.

Li gorî cezayan, mal û milkên kesên ku di navnîşê de ne wekî beşek ji hewldanên Washingtonê yên ji bo qutkirina kanalên piştgiriyê yên derveyî li seranserê cîhanê hatine cemidandin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye