Li Xezeyê şer û birçîbûn berdewam dike, îro jî gelek kesan ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan û hin jî, ji ber êrîşên Îsraîlê hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê li Xezeyê mirina 19 kesan ji ber birçîbûnê ragihand, bi vî awayî hejmara miriyan ji ber birçîbûnê, 131 zarok, bi giştî 367 kes hatine kuştin.
Dîsa li Xezeyê di 24 saetên dawî de, ji ber guleyên artêşa Îsraîlê 53 kes hatine kuştin.
Hamas: Em ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê amade ne
Ji aliyê xwe ve jî, Tevgera Berxwedana Îslamî (Hamas) duh, di daxuyaniyekê de amadebûna xwe ji bo gihîştina peymanekê berfireh ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê ragihand.
Li gorî peymanê dîlgirtî wê li hember hejmareke diyarkirî ya girtiyên Filistînî wekî beşek ji rêkeftinekê ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê werin berdan.
Daxuyaniya Hamasê piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bang li tevgerê kir ku hemî 20 dîlgirtiyên mayî berde, hat.
Trump di postekê li ser platforma Truth Social de got ku divê Hamas hemî 20 dîlgirtiyan dîrek vegerîne (ne 2, 5 an 7) û wê şer biqede.
Ofîsa Netanyahu jî, got ku heta hemû dîlgirtî neyên berdan, Hamas neyê bêçekkirin, Îsraîl kontrola ewlehiyê li ser Xezeyê ferz neke û rêveberiyeke sivîl a alternatîf neyê avakirin, şerê li Xezeyê bi dawî nabe.