Di şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê de, krîza Tengava Hurmizê kurtir dibe.
Supayê Pasderan ê Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan Tengava Hurmizê bi temamî girtiye.
Di daxuyaniyê de, Supayê Pasderan gef xwar ku her keştiyeke derbas bibe wê bi tedbîrên tund re rû bi rû bimîne û biryar hatiye dayîn ku bêtawîz bê bicihanîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Tevahiya xebatên sewqiyatê yên ku ji bo bendergehên dijminên me Îsraîl-DYA’yê û alîgirên wan tên kirin, hatine qedexekirin.”
Hat destnîşankirin ku kîjan korîdor were bikaranîn bila bê bikaranîn, lê sewqiyata ji bo welatên navborî wê bê astengkirin.
Artêşa Îranê: Cihên Amerîkiyan li herêmê armancên me ne
Her wiha artêşa Îranê, gef xwar ku ew ê otel û tesîsên li Rojhilata Navîn ên ku leşkerên Amerîkî dihewînin, hedef bigire.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebulfazl Şekarçî, ji televîzyona dewletê re axivî û diyar kir ku tesîsên sivîl ên ku leşkerên Amerîkayê dihewînin wê bibin hedefa wan a leşkerî.
Şekarçî got: “Otelek ku leşkerên DYA'yê bihewîne, di çavên me de ew otel otela Amerîkayê ye.”
Ajansa Nûçeyan a Fars, di nûçeyeke ku dispêre çavkaniyên bênav de, da zanîn ku Tehran bi taybetî ji bo otelên li Îmaratên Erebî yên Yekbûyî û Bahreyn hişyariyên ‘tund’ daye.
Her wiha hat diyar kirin ku hin cihên ku li Sûriyê, Libnan û Cibutî ji hêla leşkerên Amerîkî ve tên bikar anîn, tên şopandin.
Her wiha Ajansa Nûçeyan a Fars di îdîayeke din de ku dispêre çavkaniyên ewlehiyê, dibêje ku ‘tesîsa lojîstîkê’ ya ku li balafirgeha kevn a Beyrûtê ye, ku tê îdîakirin leşker û personelên Amerîka lê bi cih bûne, di bin gefê de ye.
Îsraîlê êrîşeke berfireh li dijî binesaziya leşkerî ya Tehranê pêk aniye
Li aliyekî din, Artêşa Îsraîlê rixmî banga Serokê DYA'yê Donald Trump ji bo danûstandinê bi Îranê re, êrîşên xwe yên li ser Îranê ranewestand.
Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku, wê duh bi şev êrîşên hewayî li dijî baregehên leşkerî yên li Tehranê pêk aniye.
Artêşê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrîşê de, bi dehan kargehên leşkerî, baregehên çêkirina çekan û cihên avêtina mûşekan hatine armanckirin.
Di encamê de, zirarên mezin gihîştiye kapasîteya hilberandinên rejîmê.
Li gorî artêşê, hat tespîtkirin ku hejmarek ji endamên pergala mûşekên balîstîk dema êrîşê ji baregeha leşkerî derdiketin û hatine tunekirin.
Almanya: Amerîka û Îran xwe amade dikin ku li Pakistanê hevdîtina yekser bikin
Di heman demê de, Almaniya, Tirkiye û Pakistan hewlidanên ji bo navbeynkariya diyalogê di navbera Îran û Amerîkayê de dikin.
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul anî ziman ku Amerîka û Îran xwe amade dikin ku li Pakistanê hevdîtinên yekser bikin.
Johann Wadephul ji radyoya cemaweriyê ya Alman Deutschlandfunk re axivî û diyar kir ku her aliyek niha hevdîtinên neyekser dike, lê belê hevdîtineke yekser jî êdî di rojevê de ye.
Wadephul got: "Li gorî agahiyên li ber destê me, danûstandinên neyekser çêbûn û hevdîtinek tê plankirin.
Dibe ku ev yek di demeke nêz de li Pakistanê pêk were."
Wezîrê Almanyayê ragihand ku eşkere ye ku helwestên destpêkê yên di der barê Pakistanê de bi nivîskî ji hev re hatine ragihandin.
Johann Wadephul destnîşan kir ku, eger pêwîstî pê hebe Almanya wê bikaribe tevlî pêvajoya dîplomatîk a bi Îranê re bibe.
Wadephul bal kişand li ser bandora şer a li ser aboriya li Rojhilata Navîn û anî ziman ku zexta li ser buhayên enerjiyê bi taybetî ji bo Almanyayê cihê fikarê ye.