Hilbijartinên Parlemantoyê Îraqê ya taybet hat lidarxistin

Li seranserî Iraqê dengdana taybet ji hêzên ewlekariyê û koçberan pêk tê ya Parlementoya Iraqê dest pê kir. Li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, milyonek û 313 hezar û 980 dengderên hêzên ewlekariyê hene. 1 milyon û 340 hezar û 517 dengdêrên ji hêzên ewlekariyê û koçberan

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li seranserî parêzgehên Iraqê û Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê dengdana Parlementoya Iraqê di seatên sibehê de dest pê kir.

Li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Îraqê 1 milyon û 313 hezar û 980 dengderên hêzên ewlekariyê hene.

Koçberên ku mafê wan yên dengdanê hene wê tevlî hilbijartinan bibin.

Ji bo hêzên ewlekariyê 809 navend û 4,501 cih hatine veqetandin ku deng lê bê dayîn.

Li gorî komîsyonê 26 hezar û 538 dengderên koçber ku mafê wan yê bikaranîna dengdanê hene.

Ji bo wan jî 26 navend û 97 cih hatine amadekirin.

Dê saet 18:00’an de proseya dengdana taybet dawî bibe.Piştre jî  wê sindoqên dengan ji bo navenda giştî ya Bexdayê bên şandin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan diyar kir ku artêş, polîs, hêzên ewlehiyê, hêzên Pêşmerge yên Kurd, û kesên koçber heta saet 6:00`ê êvarê dikarin dengê xwe bidin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê destnîşan kir ku nêzî ji sedî 40 namzedên qeydkirî di bin 40 salî de ne, ev yek jî balê dikişîne ser hewldanên nifşê nû ji bo dijberiya serdestiya siyasî ya torên desthilatdariyê yên kevin.

Li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê rêjeya dengdanê li Başûrê Kurdistanê wiha ye:

Li gorî komîsyonê, rêjeya beşdarbûnê li hemû navçeyên hilbijartinê yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê heta demijmêr 12:00`ê nîvro %60 bû.

Li parêzgehên Herêma Fedral a Başûrê Kurdistanê û Kerkûkê, rêjeya beşdarbûna dengdêran wiha ye:

li Hewlêrê ji sedî 77, Silêmaniyê ji sedî 78, Duhok ji sedî 78 û Kerkûk ji sedî 61 e.

JI %60 tevlîbûna dengdanê

Hewler: %77

Silêmanî: %78

Duhok: %76 Kerkûk: %61

Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê rêjeya dengdanê li Paytext Bexda û Bajarên din yên Iraqê wiha ye.

Bexda - Resafe: %47

Nînewa: %68

Dîyale: %69

Enbar: %57

Bexda-Kerx: %57

Babîl: %60

Kerbela: %55

Wasit: %53

Selahedîn: %59

Necef: %48

Qadisiye: % 57

 Musenna: %51

 Ziqar: %57

 Meysan: %52

Besra: %52

Rêjeya beşdarbûnê ya herî zêde di hilbijartinên taybet de li Dîyale (%69) û ya herî kêm jî li Bexda-Resafe (%47) bû.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin  rêjeya herî nizm li navçeya Bexda - Resafa bi rêjeya %47 bû.

Rêjeya herî bilind a beşdariya dengdêran li Hewlêrê Hewler: %49 û ya herî nizm jî li Duhokê %38, Silêmanî: %40

Ji bo karmendên li herêmên bi nakok du roj betlane hate ragihandin

HikÛmeta demborî a Başûrê Kurdistanê derbarê betlaneya dengdanê ya li herêmên bi nakok daxuyaniyek da.

Hat diyar kirin ku di 10 û 11’ê vê mehê de ji bo karmendên li herêmên bi nakok dengê xwe bi karbînin, betlaneya fermî hatiye ragihandin.

 Ji bo karmendên Başûrên Kurdistanê tenê roja Sêşemê (11’ê mehê ku roja hilbijartina giştiye) betlaneya fermî hatiye ragihandin.

Wezîrê Karên Hundirîn yê Iraqê Ebdulemîr Şemerî ragihand ku ewlehiya hemû navendên dengdanê hatiye mîsogerkirin û karûbar jî wek hatî plankirin birêve diçe.

Ebdulemîr Şemerî diyar kir ku karmendên hêzên ewlekariyê kom bi kom berê xwe didin navendên dengdanê.

Hilbijartinên giştî yên Iraqê wê 11`ê Mijdarê bê li darxistin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye