Serokê Komîsyona Aborî Şemseddin Huseynî ragihand ku di civîna îro de, parastina navê pereyê neteweyî wekî riyal hate pejirandin û rakirina çar sifiran hat erêkirin.
Li gorî pêşniyarê, riyal dê ji buhaya xwe ya niha bi 10.000 riyalan re wekhev be û dê bibe 100 “gerran”.
“Gerran” wekî yekeyek biçûk a mîna sentê tê pênasekirin.
Armanca rakirina sifran ji Rîyalê, hêsankirina karûbar û çavdêriyên di saziyên dewletê de û riyala Îranê di pergala aborî ya navneteweyî de bibe xwedî wêneyek erênî .
Di demke ku nirxa diravê Amerîkî dadikeve, dolar li bazara reş ji 925.000 riyal derbas bûye de ev biryar hate girtin.