Hikûmeta veguhêz agirbest binpêkir û êrîşî Siweydayê kir

Tevî ku agirbestek di 21ê tebaxê de hatibû ragihandin, duh êrîşek ji aliyê çekarên Hikûmeta Veguhêz ve bi ser şêniyên Siweydayê ve pêk hat û agirbest hat binpêkirin, hêzên Siweydayê êrîş têk birin û El- Hcrî li hember provakasyonan banga hişyariyê kir. Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) jî ragihand ku rewşa Siweydayê ji aliyê mirovî û pêwistiyên jiyanî de gelek xirab e.

reset font size increase font size

Di 13ê tebaxê de, şerekî dijwar di navber Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê û Meclisa Leşkerî ya Siweydayê de qewimî, gelek kes hatin kuştin. Lê piştî demekê agirbest û lihevkirinek di navbera her du aliyan çêbû.

 

Êrîşên Li Dijî Siweydayê Hat Têkbirin

 

Duh derengiya şevê, agirbest ji aliyê çekdarên Hikûmeta Veguhêz ve hat binpêkirin.

 

Çekdaran êrîşî bajarokên El Seilê û Dîbên ên Siweydayê kirin û heta saetên sibê bi dijwarî her du bajarok topbaran kirin, lê hêzên Meclisa Leşkerî ya Siweydayê bersiva êrişkaran dan û ew êrîş têk birin.

 

Li gor agahiyên dawî êrîşa ku heta vê sibê domyayê niha sekiniye.

 

Lîderê Rohanî yê Muwehidîn El Druz Şêx Hikmet El Hecrî jî daxuyaniyek di derbar vê êrîşê de belav kir.

 

Şêx Hikmet El Hecrî di daxuyaniyê de, rola yekîneyên meclisê di parastina sivîlan û rûmeta wan de hat silavkir û ev perspektîf da û got:

 

El Hecrî: Divê Em Li Hember Provakasyonan Baldarbin

 

``Divê hêzên parêzvan li gorî hatiye plankirin vegerin cihên wan ên ku berê hatine diyarkirin.

 

Li hember her êrişeke muhtemel, divê hemû rêbazên parastinê bên xurtkirin.

 

Beyî koordîneya bi odeya operasyonên hevbeş, nabe tu kes ti tevgerekê bike.

 

Divê her kes aram be, xwe kontrol bike û guh nede provokasyonan.

 

Heta perspektîfên din, divê şênî ji malên xwe dernekevin.”

 

El Hecrî bang kir ku divê herkes li gorî perspektîvan tev bigerin.

 

Stefan Sakalian: Rewşa Siwedayê Gelekî Xirab E

 

Li gel van rûdanan Serokê Şandeya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) Stefan Sakalian, ya ku di vê hefteyê de serdana Siwêdayê kiribû, derbarê rewşa herêmê de raporek parve kir.

 

Stefan Sakalian ragihand ku tevî ku di vê hefteyê 27 kamyonên alîkariyan gihane Siweydayê, lê rewşa mirovî li Siwedayê gelekî xirab e û şêniyên herêmê zehmetiyên kêmbûna xwerin, av û dermanan dikişînin.

 

Sakalian diyar kir ku heya niha bûyerên revandina welatiyan berdewama, lewma divê çareserî li Siwêdayê siyasî û mirovî be.

 

Sakalian eşkerekir ew ji bo hêsankirina berdana revandî û windayan, amade ne ku navbeynkariyê û alîkariyan pêşkêş bikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24