wezîrekî Îsraîlî derbasî nav mizgefa el-Eqsa li Qudsê bû

Wezîrekî Îsraîlî bi hêzeke polîs û hejmareke mezin ji niştecihên Îsraîlê re derbasî nav Mizgefta El-Eqsa ya Qudsê bûn. Ev derbasbûn, bû cihê nerazîbûnê li cem gelek welatên Erebî û Misilman û daxwaz ji civaka navneteweyî hat kirin ku li hember Îsraîlê derkeve û rê li ber van binpêkirinan bigire.

reset font size increase font size

Piştî ku Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîlê Îtmar Bin Xefîr û zêdetirî hezar û 200 welatiyên Îsraîlî, derbasî Mizgefta El-Eqsa li Qudsê bûn, hin dewletên Erebî û Îslamî bi tundî ev yek şermezar kirin.

 

Siûdiyê li hember Îsraîlê nerazîbûn nîşan da

 

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdiyê nerazîbûna xwe li hember binpêkirina rêydarên Îsraîlê nîşan da û hişyarî da ku ev binpêkirinên dubare yên rayedarên hikûmeta Îsraîlê, şerê li herêmê gûrtir dike.

 

Erebistana Siûdiyê bang li civaka navneteweyî kir û got: "Ji bo sekinandina van binpêkirinên ku hewldanên aştiyê xera dikin û qanûnên navneteweyî binpê dikin, tavilê bikevin nava tevgerê."

 

Urdunê daxwaza parastina taybetmendiya Qudsê Kir

 

Wezareta Karên Derve ya Urdunê da xuya kirin ku derbasbûna nav Mizgefta El Eqsa bi vî awayî, binpêkirineke ji qanûna navdewletî re.

 

Urdunê tekez kir ku rûbera Mizgefta El-Eqsa ya pîroz bi giştî 144 donim e, bi temamî cihê îbadeta misilmanan e û ti serweriya Îsraîlê li ser wê tune ye.

 

Hêz û aliyên Filistînî nerazîbûna xwe nîşan dan

 

Serokatiya Dewleta Filistînê bi tundî destdirêjiya Bin Xefîr li hemberî Mizgefta El-Eqsa şermezar kir û got: "Israra hikûmeta Îsraîlê li ser destdirêjiya li hember Mizgeftê tê wateya berdewamkirina tundrewiyê."

 

Filistînê bang li civaka navdewletî kir ku ev binpêkirin bi dawî bibin û Îsraîl li hember binpêkirina peymanên navdewletî berpirsyar bê dîtin."

 

Welatên Ereb û Misilman daxwaz dikin rêz li cihên olî bê girtin

 

Komkara Welatên Erebî û Rêxistina Hevkarîya Îslamî ev zêdegavî şermezar kirin û ev yek wek binpêkirina cihên herî pîroz ên Misilmanan bi nav kirin.

 

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî got: "Em bi tundî vê yekê şermezar dikin ku wezîrekî Îsraîlê, di bin parastina polîs de û digel komek niştecihên Îsraîlê bi vî şêwazî derbasî Mizgefta Eqsayê bûne."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24