Li Îranê di berdewamiya şer û qutbûna înternetê de zext zêde bûne. Bi sedan welatî bi hincetên cûda tên girtin.
Bi sûcdariya ‘şandina agahiyan ji medyaya dijmin û dijî Îranê re 500 kes hatin girtin.
Welatî, bi hinceta agahîdayîna derve tên sûcdarkirin.
Hat zanîn ku li Bokan û Seqizê jî welatiyên Kurd hatine girtin.
Her wiha hate diyarkirin ku li bajarên cûda yên Rojhilatê Kurdistanê binçavkirinek berfireh hatiye jiyîn.
Di heman demê de, li bajaran xalên kontrolê hatin danîn û erebe û telefonên waletiyan hatin kontrolkirin.