Fuad Husên: Li Sûriye çareserî nenavendbûn e

Pirsgirêka Sûriyeyê heya niha nehatiye çareserkirin, hin nêrîn ji bo çareseriyê derdikevin holê. Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên diyar kir ku navendîbûn dibe sedema parçebûnê, lê nenavendîbûn, alternatîvekê pêşkêş dike, yekîtiya Sûriyeyê diparêze û cih dide cihêrengiya civakî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji sala 2011`an ve, şer û pevçûn li Sûriyeyê diqewme, Rêjîma Baas çû, lê heya niha li herêmê aramî çênebûye.

Gelek dewlet hewldidin ku di çareseriya pirsgirîka Sûriyeyê de, alîkar bin.

 

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, diyar kir ku şerê Sûriyeyê bi dehan salan ji ber sîstema navendbûnê berxwe daye û heya niha ji ber berdewam dike.

 

Fuad Husên anî ziman ku ji ber vê şerî, bêbawerî di navbera pêkhateyan de çêbû, lewma divê ji zihniyeteke nenavendî were avakirin û got:

 

“Navendîbûn dibe sedema parçebûnê, lê nenavendîbûn, alternatîvekê pêşkêş dike, yekîtiya Sûriyeyê diparêze û cih dide cihêrengiya civakî.

 

Pêkhateyên ku baweriya xwe ji dest dane û ji bo demokrasiyê têkoşîn kirine, qet venagerin û xwe naspêrin desthilatdariyeke yekane.

 

Ji ber vê yekê divê demokrasî û nenavendîbûn li Sûriyeyê were avakirin.”

 

"Li Suriyeyê metirsiya destwerdana biyanî heye"

 

Husên destnîşan kir ku li Sûriyeyê hêzên Tirkiye, Amerîka, Fransa, Îsraîl, Rûsyayê û paşmayên DAIŞê hene, lewma eger Sûriyeyî neyên bihêzkirin, destwerdana biyanî wê bidome.

 

"Kurd dixwazin mafên gelên sûriyeyê were parastin"

 

Wezîrê Karên Derve tekez kir ku mafê gelê Kurd ê çarenivîsê heye, lê Kurdên Sûriyeyê, daxwaza serxwebûnê nekirine.

Ew bi rêya federalîzmê û nenavendîbûnê, dixwazin mafên gelan di nava Sûriyeyê de biparêzin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24