Lezgin

Amerîka li tesîsên nukleerî yên Îranê da

reset font size increase font size

Trump di peyamekê xwe ya ku li ser medyaya dîjîtal Truth Social parve kir de dest nîşan kir ku wan li tesîsên nukleerî yên Fordo, Natanz û Îsfahanê yê Îranê armanç kirin e.

Trump got ku balafirên Amerîkî qada hewayî ya Îranê terikandine û operasyon wekî "êrîşek pir serkeftî" bi nav kir.  Natanz, Tesîsa herî mezîn a dewlemendkirina ûranyûmê ya Îranê ye. 250 kîlometre li başûrê Tahranê ye. Fordo, Navenda dewlemendkirina ûranyûmê ya binerd ku bi ewlekariyeke bilind tê parastin e. 160 kîlometre li başûrê Tahranê ye. Tesîsa Îsfahanê gaza hekzaflorûr uranyûmê (UF6) hildiberîne, ku ji bo dewlemendkirina li Natanz û Fordo pêwîst e.

Trump: Kapasîteya Îranê ya nukleerî tevahî hate tine kirin

Trump, di saet 5’ê sibê (li gor saetê Amedê) axaftina xwe ya çapemeniyê de ji bo gelê Amerîkî got ku, kapasîteya nukleerî ya van tesîsan "bi tevahî hatiye tunekirin".

Trump di axaftina xwe de got: "Yan dê aştî çêbibe yan jî ji bo Îranê trajediyek çêbibe ku di heşt rojên dawî de tiştên me dîtiye wê pir mezintir be… Ji bîr nekin, gelek hedefên din hene. Îşev a herî dijwar, belkî jî ya herî kujer bû… Eger aştî zû neyê, ew ê ber bi van hedefan ve biçin."

Rayedarên Îranî teqînên li nêzî Natanz, Fordo û Îsfahanê bi ravekirinên cûda piştrast kirin. Rayedarekî televizyona fermî ya Îranê da zanîn ku, ev tesîsên hatine armanc kirin beriya demekî hatibûn vala kirin. Lê belê, asta zirara di tesîsan de çêbûye hîn jî ji hêla çavkaniyên serbixwe ve nehatiye piştrast kirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî di 21’ê Hezîranê de li Stenbolê bi rojnamevanan re axivîbû û gotibû ku beşdarbûna DYA’yê ya şer dê rê li ber encamên "pir û pir xeternak" veke.

Rayederekî Amerîkî got ku, balafirên B-2 ji bo bombebarankirina tesîsan hatine bikaranîn. B-2 tekane bombebaranker e ku dikare bombeya GBU-57A/B Massive Ordnance Penetrator (MOP) hilgire. MOP wekî bombeya herî mezin a cîhanê ya "xirakirina stargehan" a ne-nukleerî tê binavkirin. Rayedarên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ji kanala CBS ya Amerîka re piştrast kirin ku ev bombe di êrîşê de hatine bikar anîn.

Îsraîlê di 13’ ê Hezîranê de êrîşên asîmanî li ser Îranê da dest pê kirin. Ji wê demê ve her du welat hevdû bombebaran dikin. Îsraîlê bang li Amerîkayê dikir ku tevlî êrîşan bibe. Di 18’ê Hezîranê de Trump li ser îhtîmala ku êrîşî Îranê bike got: "Dibe ku ez bikim an nekim... Kes nizane ez dixwazim çi bikim." Daxuyaniya dawî ya Qesra Spî de hatibû gotin ku Trump dê di nav du hefteyan de biryara xwe bide.

Rodî Bişeng

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24