Li hember zêdebûna şerê di navbera Îsraîl û Îranê de wezîrên karên derve yên Yekitiya Ereban li Stanbolê civînek li dar xist û banga reyên dîplomatîk li her du welatan kir.
Di civînê de hat destnîşan kirin ku ji bo şerê heyî were sekinandin, agirbesteke daîmî û vegera pêvajoya mûzakereyan pêk bê pêwîstiya di asta neteweyî û heremî de zedekirina hewildanan heye.
Piştî civînê bi daxuyaniyeke hevpar re hat bal kişandin ku li hember serweriya walatekî destwerdaneke ji derve li dijî qanûna navdewletiye û bi xwe re xeteriyên mezin tîne û daxuyanî wisa berewam kir: “Di çarçoveya civaka navnetewî û bi taybet Netewên Yekbûyî de tevbigerin û em bangî hemû aliyan dikin ku tene bi riyên dîplomasiyê çareserî pêkane.”
Di heman wextê de di bangawaziyê de li ser êrîşên Îsraîlê yên li ser xeta Xeza û alîkariyên mirovî yên ji bo heremê neyên asteng kirin û çalakiyên leşgerî werin sekinandin jî hat bal kişandin û hate destnîşan kirin ku ji bo agirbesteke daîmî pêk were pêkanîna van şertan esase.
Di civînê de hişyariya ewlekariya reyên navdewletî yên behrê jî hat kirin û xeteriya êrîşên heyî yên li ser aboriya navneteweyî û ewlekariya enerjiyê hate ziman.
Di daxuyaniyê de banga ji armanc kirina navendên nukleerî dûrbikevin hat kirin. Daxuyaniyê de ji bo xeteriya belavbûna nukleerî jî wiha hat gotin: “Ji bo Rojhilata Navîn ji çekên nukleerî û komkujiyên giştî werin paqijkirin û peşiya belavbûna nukleerî were girtin hemû welat gereke di hevpeymana navneteweyî de bibin alî.”
Yekitiya Ereban herî dawiyê ji bo aşitiyeke mayinde û adil pêk were bibîrxist ku gereke îradeya navneteweyî bikeve tevgerê û bernameya ‘Aşitiyê ya Ereban a 2002’ jiyanî bibe.