Lezgin

Piştî 33’ê salan VOA kurdî bi giştî hate girtin

reset font size increase font size

Servîsa kurdî ya Dengê Amerîka piştî 33’ê salan ji kar bi awayekî fermî hate girtin.

Dengê Amerîka bi zaravayên kurmancî û soranî weşana xwe dikir, bi nasandina doza kurdan  li cîhanê roleke mezin radibû.

Robîn Reşvan rojnemegerê kurd ku di VOA’yê de kar dikir li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku servîsa kurdî ya Dengê Amerîka (Voice Of Amerîka) fermî hate girtin.

Robîn Reşvan da zanîn ku ji ber biryara girtinê ew pir xemgîne û wiha got: “piştî 16’e salan ji kar di Dengê Amerîka de karê min îro bi fermî bi dawî bû, ji 639 karkeran re gotin karê we bi dawî bû.

Hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tayyîp Temel li ser hesabê xwe yê X’ê da zanîn ku biryara girtina Dengê Amerîka şaşitiyeke mezin a Rêveberiya Waşintonê ye.

Serokê Amerîka Donald Trump mehên borî ji bo girtina Dengê Amerîka biryarnameyek îmze kiribû, birêveberiya Koşka Spî wekî sedema biryarê nîşan dabû ku birêvebiriya VOA’yê dema behsa çekdarên Hemasê dike nabêje “terorîst”. Nûçeya herî dawî ku bi kurdî li ser malpera fermî ya Dengê Amerîkayê hatiye belavkirin di 15ê meha Adarê de bû.

Sîval Revê

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24