Piştî erdhejeke bi hêza 7.7 pileyan li perravên Îndoneziyayê fermana valakirina bilez hat ragihandin.

Piştî erdhejeke pir bi hêz a bi hêza 7.7 pileyan ku deryaya rojhilatê Îndoneziyayê hejand, desthilatên welat hişyariya rûdana pêlên tsunamiyê dan. Ajansa Rêveberiya Karesatan daxwaza valakirina bilez a hemû deverên perravê li girava Floresê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Erdheja 7.7 pileyan rûbera deryayî ya li beramberî girava Floresê bi tundî hejand û tirseke mezin di nav xelkê de çêkir.

Berdevkê Ajansa Neteweyî ya Rêveberiya Karesatan di daxuyaniyekê de ji bo medyaya herêmî bang li niştecîhên perravên bakurê Floresê û giravên başûr kir ku li benda fermanan nemînin û dest bi "valakirina bi xwestek û ya bilez" bikin.

Rayedaran hişyarî dan ku hemû welatî herî kêm 2 kîlometreyan ji deryayê dûr bikevin û xwe bigihînin deverên çiyayî û bilind ên ku lûtkeyên wan ji 10 metreyan zêdetir bin.

Ev erdhej di demekê de ye ku çend karesatên dîtir ên erdhejê li cîhanê rû dane, mîna ya Kolombiyayê ku bûye sedema kuştina 132 kesan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye