Li gorî daxuyaniyên Eraqçî ku ji bo rojnameya Îranî ya "Şehrara" daye, peyamên ku niha di navbera Washington û Tehranê de bi rêya Qatar û Pakistanê tên guhertin, asteke fermî ya muzakereyan hilnagirin. Eraqçî bal kişand ser mijara dawîbûna heyama 60 rojan û diyar kir ku ev dem tenê wekî derfetek ji bo gihîştina bi peymaneke dawî hatibû dayîn, ne ku agirbestek be.
Wezîrê Îranî Ebas Eraqçî diyar kir ku Amerîkayê "Memoranduma Îslamabadê" binpê kiriye û aloziyên nû derxistine. Wî şert danî ku heta Amerîka mercên ewlehiyê bi cih neyne, destûra derbasbûna keştiyên wan di Tengava Hurmizê de nayê dan. Ji ber neewlebûna rêyên kevin jî, niha artêşên Îran û Omanê li ser çêkirina rêyeke deryayî ya nû û demkî kar dikin.