Rêberên welatên Ewropî, di nav de Brîtanya, Fransa, Almanya, Ukrayna û Yekîtiya Ewropî, îro ji bo rawestandina şer li Ukrayna û Rûsyayê daxuyaniyek hevbeş weşandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew bi tundî piştgiriyê didin helwesta Trump ku divê şer tavilê raweste û xeta têkiliyê ya heyî divê xala destpêkê ya danûstandinan be.
Her wiha hat destnîşankirin ku divê ew zextê li ser aboriya Rûsyayê û pîşesaziya leşkerî zêde bikin da ku Pûtîn amade be aştiyê pêk bîne.
Li gorî çavkaniyan, rêberên Ewropî jî dixwazin beşdarî civîna pêşerojê ya di navbera Vladimîr Pûtîn û Donald Trump de li Budapeştê bibin.