Brîtanya: Ez ê hevalbendên xwe biparêzim

Hikûmeta Brîtanyayê diyar kir ku ji bo parastina hêz, berjewendî û hevalbendên xwe, dê di pozîsyona parastinê de beşdarî şerê Îranê bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê ku Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî kuştin, Hikûmeta Brîtanyayê helwesta xwe ya beşdarbûna rasterast di operasyonên leşkerî de ji nû ve piştrast kir.

Serokwezîrê Brîtanyayê Sir Keir Starmer diyar kir ku Birîtaniya beşdarî êrîşan li ser Îranê nebû.

Her wiha divê qet destûr neyê dayîn ku Îran çekek nukleerî pêş bixe û ev armanca sereke ya Birîtaniya û hevalbendên me DYA`yê ye.

Nexwestina Londonê ji bo beşdarbûna di êrîşên li ser Îranê de bûye sedema nîqaşeke girîng.

 

Brîtaniya: Berpirsiyariya yasayî ya operasyona leşkerî ya li dijî Îranê li ser milê DYA'yê ye

 

Wezîrê Parastinê John Healey da zanîn ku berpirsiyariya zelalkirina bingeha yasayî ya operasyona leşkerî ya li dijî Îranê li ser milê DYA`yê ye.

John Healey eşkere kir ku hêzên Brîtanî li herêmê wekî beşek ji operasyonên parastinê ji bo parastina hêz, berjewendî û hevalbendan tevdigerin.

Healey got: "Êrîşên Îranê ne tenê hedefên leşkerî, lê di heman demê de balafirgehên sivîl, wekî yên li Kuweytê û otêlên li Dubay û Behrêynê jî hedef digirin.

Ji ber vê yekê me parastinên Brîtanî li herêmê xurt kirîye."

Wezîrê Parastinê rave kir ku balafirên Brîtanî ji baregehên Akrotiri li Qibrisê û Al Udeid li Qeterê beşdarî rêgirtina li dron û mûşekan dibin.

Wezîrê Parastinê John Healey zêde kir ku hêzên Brîtanî bi gefek rasterast re rû bi rû ne, 300 personelên Brîtanî tenê 200 metre dûrî mûşek û droneke Îranî yên ku di êrîşa roja Şemiyê ya li ser baregeha deryayî ya Amerîkî li Behrêynê çêbûn.

Wezareta Parastinê eşkere kir ku balafireke şer a Brîtanî Typhoon droneke Îranî ku ber bi Qeterê ve diçû xiste xwarê.

Her wiha Îranê du mûşek ber bi rojhilatê Deryaya Spî ber bi Qibrisê ve avêtin.

Serokkomarê Qibrisê Nikos Christodoulides diyar kir ku wî ji Serokwezîrê Brîtanî Starmer telefon wergirtiye, ku jê re piştrast kiriye Qibris "ne hedef e".

 

Helwesta serkirdeyên Brîtaniyayê ji bo beşdarbûna wan a şer bûne du beş

 

Bi zêdebûna êrîşên Îranê li ser berjewendiyên Brîtanî û hevalbendên wê, zext li ser hikûmeta Brîtanî zêde dibe ku bêtir beşdarî operasyonên li dijî Îranê bibe.

Parlamenter Tom Tugendhat got: "Şîreta yasayî ya berê çi dibe bila bibe, divê niha biguhere. Guman tune ku Birîtanya dikare ji bo parastina gelê me li hedefan bixe."

Nêrîn li hundirê Brîtaniya li ser piştgiriya operasyonên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dabeşî du aliyan bûn.

Şêwirmendê berê yê ewlehiya neteweyî Lord Ricketts, got ku êrîşên DYA û Îsraîlê ne mimkûn e ku li gorî qanûna navneteweyî bin ji ber ku ji bo DYA tu gefek nêzîk tune bû.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye