Li Kolombiyayê 14 kes di êrîşeke bombeyî de hatin kuştin

Di êrîşa bombeyî de ku li başûr-rojavayê Kolombiyayê rûda, herî kêm 14 kes hatin kuştin, 38 kes jî birîndar bûn. Rayedaran, Hêzên Çekdar ên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) sûcdar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Waliyê Caucayê Octavio Guzman diyar kir ku ew bombeyên li ser rê hatibûn danîn, hatin teqandin.

Her wiha serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro bi tundî êrîş şermezar kir û diyar kir ku baskê rikeberiyê yê FARK`ê, ku peymana aştiyê îmze nekir, berpirsyar e.

Petro bi taybetî serokê komê, Ivan Mordesco sûcdar kir.

Êrîş beriya hilbijartinên serokkomariyê di nava strêsê de pêk hat ku wê 31'ê gulanê hilbijartin pêk were.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye