Wezîrê Parastinê yê Maliyê di êrîşeke çekdarî de hat kuştin

Wezîrê Parastinê yê Maliyê Sadio Camara, hevjîn û 2 zarokên wî di teqîna wesayîteke bombebarkirî de hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavkaniyên Hikûmetê li Maliyê, mirina Wezîrê Parastinê General Sadio Camara piştî êrîşeke li ser mala wî ya nêzîkî paytext Bamako ragihandin.

Li gorî AFPˊê endamekî malbata Camara ji wan re got:

"Di êrîşa Katîyê de, Wezîr Camara li gel hevjîna xwe ya duyem û 2 zarokên xwe yên biçûk hat kuştin."

Çavkaniyeke Hikûmetê jî da zanîn ku wan kesekî pir hêja, Wezîrê Parastinê, winda kir."

Duh, mala Camara (47 salî) bi erebeyeke bombebarkirî hatibû hedefgirtin.

Ev êrîş bi hevkariya koma "Nusret Îslam û El Mislimîn" ya girêdayî El Qaîdeyê û "Tewariq" ê girêdayî "Cebhet Tehrîr" pêk hatibû.

Ev pêşketin nîşan dide ku rewşa ewlehiyê li Maliyê metirsîdar dibe.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye