Dijîterora Îraqê, têkildarî operasyona li dijî komên çeteyên DAIŞ'ê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku di çarçoveya operasyonên bê navber û çalakiyên wan ên li pey komên çete de, hêzên wan bi çend operasyonên cuda yên li nava welat, 4 çeteyên DAIŞ'ê girtine.
Her wiha Dezgehê, ev agahî belav kirin:
"Li Bexdayê çeteyek hate girtin.
Li Parêzgeha Enbarê çeteyek hate girtin.
Li Silêmaniyê, çeteyek û ligel Fermandariya Polîsên Parêzgeha Diyala jî çeteyek hate girtin."
Hate ragihandin ku di operasyonên li Diyala û Kerkûkê de, çend stargeh û navendên cuda yên çeteyan hatin tunekirin.