Îsraîlê êrîşî Şerîda Xezeyê kir: 4 kes hatin kuştin

Li deverên cuda yên Şerîda Xezeyê, di êrîşên Îsraîlê de, jê jinek, bi giştî 4 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Tendirustiyê ya Xezeyê, daxuyand ku di êrîşên Îsraîlê de, li deverên cuda yên Şerîda Xezeyê, jê jinek, bi giştî 4 kes hatin kuştin.

Xebatkarên tendirustiyê diyar kirin ku di êrîşa asîmanî ya li nêzî bajarokê Mixrafa yê naverasta Şerîya Xezeyê de kesek hat kuştin û di gulebaran û topbarana li nêzî bajarê Xezeyê de 2 kesên din hatin kuştin.

Di êrîşeke din de jî jineke 40 salî bi guleyên hêzên Îsraîlê li Xan Yûnisê yê başûrê Şerîda Xezeyê hat kuştin.

Li aliyekî din jî artêşa Îsraîlê, ragihand ku wan di çend rojên borî de endamên Tevgera Hemasê li hundirê Şerîda Xezeyê hedef girtine.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye