Serokatiya Ruhanî yê Durziyan îdîaya hikumeta veguhêz ya hevdîtinan red kir

Berdevkên Serokatiya Rûhanî ya Misilmanên Miwehidîn ên Durzî di derbarê hevdîtina di navbera wan û Hikûmeta Veguhêz ku Mediyayên ser bi hikûmertê belav kiribûn, red kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mediyayên ser bi Hikumeta Veguhêz ya Sûriyê belav kiribûn ku di navbera nûnerên Siwêdayê û Hikumeta veguhêz de, li Urdunê hevdîtin çêbûne û hatbû got ku li ser mijarên Siwêdayê nîqaş hatibû kirin.

Di derbarê vê yekê de, Serokatiya Rûhanî ya Miwehidînên Durzî yên Siwêdayê ev îdia red kirin.

Serokatiya Rûhanî ji ajansa ANHA`ê re diyar kir ku daxwazên wê zelal in, û da zanîn ku pêdivî bi hevdîtinên bi aliyên din re nîn e.

Serokatiyê her wiha diyar kir ku Hikumeta Veguhêz bi van îdiayan hewl dide kiryarên xwe yên dijminane û tolê rewa bike.

Serokatiyê diyar kir ku sextekirin, berevajîkirin û komplo ji bersivên van pirsan aşkera dike û îdiaya temsîla Siwêdayê ji aliyê şandeyên nefermî ve ne rast in.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye