Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê ragihand ku armanca vê îstîsnayê ew e ku geştên asmanî ji bo sedemên mirovî yên wekî dermankirin, xwendin, serdanên olî û berjewendiyên sivîlan ji nû ve dest pê bikin. Beriya niha, kompanyên Îranê hejmareke mezin ji welatiyên her du welatan vedeguhestin, lê piştî ku wezîrê xezîneyê yê Amerîkayê ragihand ku hemû kompanyên asmanî yên Îranê dê ji 23'ê Îlonê ve werin sekinandin, Îraqê jî wekî gelek welatên din geştên xwe rawestandin.
Ev biryar bûye sedema zehmetiyên mezin ji bo sivîlan; hinek welatiyên Îraqî niha ditirsin ku nikaribin ji bo dermankirinê biçin Îranê, û hinekên din jî li Tehranê asê mane û neçar in bi rêya bejayî di geştekê ku zêdetirî 12 saetan dikişîne de vegerin welatê xwe. Her wiha, kompanyayên biyanî yên ku alîkariya sektora hewavanî ya Îranê dikin, heke pabendî vê qedexeyê nebin, rûbirûyî metirsiya ketina lîsteya reş û qutbûna ji pergala darayî ya dolarê Amerîkî dibin.