Desteya Destpakî ya Iraqê têkildarî binçavkirina berpirsekî parêzgeha Kerkûkê ya di dema wergirtina bertîlan de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku tîmên wan ên li ofîsa Kerkûkê têkildarî wan agahiyên ku gihiştine ber destê wan dest bi lêkolînê kirine.
Di encama lêkolînan de diyar bû ku berpirsê beşa karpêkirinê ya li Rêveberiya Avê ya Kerkûkê daxwaza bertîlê ji welatiyan û karsazan kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku li ser biryara dadwerê dadgeha lêkolînan a Kerkûkê, tometbar di dema wergirtina pereyê bertîl de hatiye binçavkirin.