Chelsea bi Danny Welbeck re peyman îmze kir

Hîn jî çalakiyên veguhestinê berdewam dikin. Chelsea ragihand ku wan bi Danny Welbeck ê 35 salî re peymanek du salî îmze kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Chelsea bi fermî îmzekirina êrîşkarê xwedî ezmûn Danny Welbeck ragihand.

Klûba Îngilîzî ragihand ku wan peymanek bi êrîşkarê 35 salî re, ku ji Brightonê hatiye, îmze kiriye.

Klûbê hûrguliyên derbarê dema peymanê de parve nekir.

Piştî îmzekirinê, Welbeck axivî û got.

Ez pir kêfxweş im ku tevlî klûbek bi çandeke serkeftinê ya wekî Chelsea dibim.

Ez li bendê me ku di sezona nû de ezmûna xwe bidim tîmê û kûpayan qezenc bikim.

Ji bo min şerefeke mezine ku ez niha beşdarî klûbek ewqas mezin bibim.

Ez ji xwe hin lîstikvanan nas dikim, min bi rahêner re nîkaşên baş kirin û ez bi rastî jî hîs dikim ku emê îsal şampiyonîya bi dest bixin.

Lîstikvanê 35 salî wiha dawî li axaftina xwe anî.

Ez gelek kêfxweşim ku tevli klube bum.

Ji bo wi ez amade me ku her tiştê ku ji destê min tê ji bo vê klûbê bikim û piştgiriyê bidim her kesê li Chelsea.

Danny Welbeck berê ji bo Manchester United, Arsenal, Watford, Brighton û Hove Albion lîstiye.

Ew ji sala 2008 heta 2014 ji bo Manchester United û ji sala 2014 heta 2019 ji bo Arsenal lîstiye.

Niha ji tima Brightin derbasî tîma Chelsea bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye