Şandeya Îmraliyê hevdîtinek 3 saetan bi Abdullah Ocalan re pêk anî

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê îro ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike çû Girava Îmraliyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şandeya ku ji Cîgira Serokê Parlamentoyê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Faîk Erol pêk tê, îro piştî nîvro ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. 

Têkildarî hevdîtinê ragihandina Dem partiyê daxuyaniyek da.

Ragihandina Dem Partiyê diyar kir ku şande vegeriyaye û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re 3 saetan berdewam kir.

Hat ragihandin ku wê derbarê naveroka hevdîtinê de sibe daxuyaniyek were dayîn.

Şande herî dawî di 20’ê Tîrmehê de ji ber girîngî û lezgîniya pêvajoyê, bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye