Rêxistina Asûr paşguhkirina cejnên gelan red kir

Rêxistina Asûr ya Demokratîk ji bo nerazîbûna xwe li hember paşguhkirina cejnên netewî yên pêkhateyên Sûriyeyê nîşan bide daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de eşkere kir ku van pêkanîna qebûl nakin û red dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Daxuyaniya ku ji aliyê Nîvîsgeha rêxistinê ve hat parvekirin de wisa hat gotin: “Em rêzê ji diyarkirina salvegera şoreşa Sûriyeyê di 8`ê Adarê de û roja serkeftinê di 1`ê Kanûnê de, digirin.

 

Lê me hêvî dikir ku cejnên wekî Ekîto û Newroz ên ku pirrengiya netewî û çandî ya gelê civaka Sûriyeyê rave dikin, nehatibana betalkirin.

 

 

Lewma em bang li serokatiya komarê dikin ku careke din lîsteya cejnên netewî di ber çavan re derbas bikin, cejnên Ekîto û Newroz wek cejnên nîştimanî dîsa bixe lîsteya cejnên netewî."

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24