Di demekê de ku nîqaşên li ser çareserkirina pirsgirêka Kurdî û avakirina zemîneke hiqûqî germ dibin, çav li rêya pêşkêşkirina "Qanûna Çarçove" ya li parlamentoyê ne.
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç, astengiyên li pêşiya vê pêvajoyê û daxwazên bingehîn ji Telefizyona me re parve kirin.
Dînç diyar kir ku hikûmet ji ber fikarên navxweyî û zextên neteweperest pêngavên berbiçav bi paş dixe, ev yek jî dibe sedema xitimandina pêvajoyê.
"Ji bo teqezbûnê divê lihevkirineke zelal a siyasî hebe"
Li ser agahiyên ku dibêjin DEM Partî wê roja duşemê pêşnûmeyê pêşkêşî parlamentoyê bike, Dînç wiha got:
"Her çend hewldaneke wiha hebe jî, ji ber nêzîkatiya hikûmetê ya heta niha, gengaziyeke mezin heye ku bi behaneyên cuda ev pêngav careke din were bipaşxistin.
Ji bo teqezbûnê, divê lihevkirineke zelal a siyasî hebe."
Dînç der barê nûçeyên medyaya fermî ya Tirkiyê de ku angaşt dike ku wê qanûn "sînordar" be, wiha got:
"Aliyê Kurdî daxwaz dike ku qanûn gişgir û berfireh be.
Daxwazên sereke; naskirina 'Mafê Hêviyê' ya ji bo Abdullah Ocalan û misogerkirina mafê vegerê yê ji bo endamên PKK’ê ne.
Lê belê niha di navbera aliyan de nîqaş di asteke aloz de ne û lihevkirineke tam li ser naverokê tune ye."
Der barê dema erêkirina qanûnê û çûna şandeya DEM Partiyê ya ji bo Îmraliyê de, Dînç diyar kir ku her çend demeke destnîşankirî ya qanûnî tune be jî, ev yek bi temamî bi leza lihevkirina siyasî ve girêdayî ye.
"Heke li ser qanûna çarçove lihevkirin çênebe, rewş dê aloztir bibe"
Mazlûm Dînç di dawiya nirxandina xwe de hişyarî da ku eger li ser vê qanûnê lihevkirin pêkneye û qanûneke sînordar were sepandin, rewş wê ber bi aloziyeke kûrtir ve biçe û wiha berdewam kir.
"Lê eger ev çarçove rê li ber siyaseta demokratîk veke û di vê çarçovê de qanûnek were derxistin da ku êdî Kurd werin naskirin, ev yek dê rê li ber çareseriyê veke û bandorê li tevahiya herêmê û cîhanê bike."