Artêşa Tirkiyê rêya 2 gundên Til Temirê girt

Hebûna Artêşa Tirk li gundewarê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê heta vê gavê heye. Artêşê îro rêya 2 gundên Til Temirê bi satirên axê girt û rê neda ku şêniyên her du gundan nêzî zevî û malên xwe bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Tirk a li gundê Menax ê bakurê Til Temirê, rêya yekane ya di navbera gundên Menax û Kinêhir bi satirên axê girt.

Her wiha artêş rê neda şêniyan ku bikevin gund û nêzî zeviyên xwe bibin.

Girtina rê û qedexeya derbasbûnê li gelek gundewarên Serê Kaniyê jî çêbûye.

Karwanê herî dawî ku roja pêncşema borî vegeriyabûn malên xwe, 25 malbat ji gundekî girêdayî Serê Kaniyê ji ber ku leşkerên Tirk nehiştin bikevin gundê xwe, ji neçarî li nêzî gund kon xwe vedan e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye