Supaya Pasdaran: Me keştiyên girêdayî Amerîkayê armanc kirin

Êrîşên di navbera Îran û Amerîkayê hê jî di rojevê de ne. Piştî ku duh Amerîkayê êrîşî sê keştiyên petrolê yên girêdayî Îranê kir, Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku wan di bersiva wan êrîşan de êrîşî hindek keştiyên bazirganiyê û keştiyên leşkerî yên Amerîkî li Tengava Hurmizê kiriye.

reset font size increase font size

Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdarên Îranê bi dîmenan ragihand ku wan sê keştiyên petrolê li ser rêyeke bêdestûr li Tengava Hurmizê û sê keştiyên girêdayî Amerîkayê li deverên din armanc kirin.

Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran diyar kir ku ev êrîş wekî bersivekê li ser êrîşa artêşa Amerîkayê ya li ser sê keştiyên petrolê yên Îranî roja şemiyê 5ê îlonê ye.

Her wiha Hêzê da zanîn ku keştiyên ku li Kendavê û li nêzî Tengava Hurmizê ne, divê ji tevgerên di rêyên ku Îran wan wekî bêdestûr dibîne dûr bisekinin.

Hêzê lê zêde kir ku her keştiyek tevgerên gumanbar bike dê bibe armanc.

"Me keştiyên balafirhilgir û têkdar ên Amerîkayê armanc kirin"

Bi daxuyaniyeke din Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku Hêza Hewayî ya Supaya Pasdaran bi çend mûşekên balîstîk êrîşî keştiyeke balafirhilgir û keştiyeke Têkdar ên Amerîkî kiriye.

Hêzê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku sedema vê êrîşê ew bû, ku ev keştî, keştiyên Îranê şantaj dikirin û beşdarî dorpêça deryayî ya li ser Îranê dibûn.

Supaya Pasdarên Îranê navên van herdu keştiyan eşkere nekir.

Di dawiyê de, Hêzê lê zêde kir ku keştiyan piştî ku zirar dîtin û ji êrîşeke dubare tirsiyan ji herêmê derketin.

Çend keştî li Kendavê û deryaya Umanê hatin armanckirin

Berî niha jî, roja şemiyê 5ê îlonê, Rêxistina Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanî ragihandibû ku çend keştiyên bazirganiyê li bakurê Kendavê û Deryaya Umanê di dema çalakiyên leşkerî yên li herêmê de hatine armanckirin û ji kar hatin derxistin.

Rêxistinê agahî der barê qurbanî yan zirarên ji ber êrîşan de diyar nekir.

Di dawiyê de, Rêxistina Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanî ji deryavanan xwest ku agahdariya herî dawî ya ewlehiya deryayî li ber çavan bigirin.

Misir û Umanê tekezî li ser garantiya keştîvaniyê li Hurmizê kirin

Têkildarî rageşiya li herêmê û êrîşên dubare yên di navbera Îran û Amerîkayê de, roja şemiyê Wezîrên Karên Derve yên Misir û Umanê banga kêmkirina rageşiya li Tengava Hurmizê kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Bedir Ebdulatî û Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedir Bûseîd tekezî li ser pêwîstiya misogerkirina herikîna bazirganiyê di tengava Hormuzê re kirin.

Her wiha herdu wezîran li ser hewldanên ji bo vegerandina aştî û aramiyê li herêmê nerînên xwe bi par ve kirin.

Di dawiyê de, Wezîrên herdu welatan bang kirin ku dawî li zêdebûna aloziyên heyî were û Amerîka û Îran di çarçoveya bîrnameya têgihîştinê ya Îslamabadê de vegerin dan û standinan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye