Li Ermenistanê piştî ku rûniştina yekem a parlamentoya nû dest pê kir wê hikûmetê li gorî destûrê îstifa bike.
Li gorî qanûnên Ermenistanê û gelek welatên din, dema ku hilbijartinên nû çêdibin û parlamento cara yekem dicive, hikûmeta kevn îstifa dike.
Ev rêz girtina li encamên hilbijartinên nû ye.
Di vê çarçoveyê de Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi zindî daxuyaniyek da.
Nikol Paşinyan: Em ê di rûniştinê de nameya îstifaya hikumetê îmze bikin
Nikol Paşinyan ragihand ku rûniştina yekem a Meclîsa Neteweyî îro dest pê kir.
Paşinyan da zanîn ku li gorî destûrê hikûmetê îstifaya xwe pêşkêşî Serokkomar Vahagn Haçaturyan kiriye û got:
Em ê di nava rojê de nameya îstifayê îmze bikin û bigihînin Serokkomar.
Dê Serokkomar jî li gorî destûrê, wê îstifayê qebûl bike.
"Heta hikûmeta nû were avakirin dê kabîneya niha li ser kar be"
Serokwezîr destnîşan kir ku heta hikûmeta nû were avakirin dê kabîneya niha li ser kar be û wiha domand:
Wê piraniya parlamentoyê îro namzedê serokwezîriyê nîşan bide.
Her wekî wê qonaxa diyarkirina serokwezîrê nû dest pê bike.
Serokkomariyê jî pişt re bi biryarnameyekê eşkere kir ku îstifaya hikûmetê hatiye qebûlkirin.
Di hilbijartinên parlamentoyê yên Ermenistanê de Partiya Peymana Sivîl a bi serokatiya Paşinyan ji parlamentoya ku 105 kursiyên wê hene 61 parlamenter derxistibûn.
Bi vî awayî partiya wî bi tena serê xwe piraniya parlamentoyê bi dest xistibû.