Li gor Çavkaniyên ANHA yên ji Siweydayê da zanîn ku 5 ciwan li ser benda kontrolê ya Metûne ya bakurê Siweydayê bêyî ku tu sedem werin diyarkirin, hatin girtin.
Heman çavkanî diyar kir ku, hêzên Hikumeta Veguhêz Ramî Hesen Mehyo, Elaa Fayiz Hemşo, Cemal Hîlal Ebû Hemra, Nîdal Hîlal Ebû Hemra, Hadî Nîdal Ebû Hemra ku piranî ji bajarokê Lahte ne, girtine.
Girêdayî wê, şêniyan bang kir ku divê ciwan tavilê werin berdan.