Trump ji bo bidawîkirina şerê bi Îranê re dem da Îsraîlê

Rojnameyeke Îsraîlê diyar kir ku serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze şerê bi Îranê re bi dawî bike û dema da Îsraîlê ku heta hefteyekê hedefên xwe pêk bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnameya Îsraîl Hayom ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke siyasî ya herêmî yê payebilind, ragihand ku Washington hewl dide operasyona xwe ya leşkerî ya li dijî Îranê bi dawî bike.

Her wiha Îsraîl Hayom destnîşan kir ku heta hefteyekê dem daye Îsraîlê ku armancên xwe pêk bînin.

Rojnameyê da zanîn ku guhertina rejîma li Tehranê di dema nêzîk de ne mumkin e.

Di heman demê de Rojnameyê destnîşan kir ku pêdiviya wê bi êrişeke bejahî yan jî vegera li xwepêşandanên hundirîn heye.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê di dawiya Sibatê de li dijî Îranê rêze êrîş pêk anîn.

Îranê jî xal, beregeh û cihên stratejîk ên Amerîkayê li dewletên Kendavê û herêmê bombe kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye