Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk- Biratî û Demokrasiyê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li meclîsê ava bûye, civîna xwe ya 7'emîn lidar dixe.
Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş bi van gotinan dest bi civînê kir:
"Serokên me yên meclîsê yên ku tecrûbeya demokrasiyê ya Tirkiyê û meseleyên bingehîn ên Tirkiyê di tevahiya jiyana xwe de ji nêz ve şopandine û ji bo çareseriyê hewl dane, ev vexwendina komîsyona me qebûlkirin, lewma spasiya wan dikim."
Nûman Kûrtûlmûş da zanîn ku 10 serokên wan yên meclîsê wê îro li vê derê bi wan re bin.
Bulent Arinç: "Divê Mafê Heviye pêk bê"
Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç jî di komîsyona Meclîse de axivî û xwest polîtikayên Înkar û pişaftinê bi dawî bibin û mafê heviyê jî pêk bê.
Bulent Arinç destnîşan kir ku di pêvajoyê de partiya herî bi xîret DEM Partî bû û ev tişt got: “Ji ber vê yekê, divê em bi rêbazên nû, bi destpêkên nû, bi heyecanên nû vê pêvajoyê bi dawî bikin.
Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç jî di civîna komîsyonê de anî ziman ku pêywîra komîsyonê pêvajoyê bi awayekî erênî bigihîne encamê.
Bulent Arinç da zanîn ku bi kuştinên failî meçhûl, bi darbeya 1980î, bi tiştên ku li Zindana Amedê qewimîn, bi înkaran, em gihîştin vir. Divê mafê heviyê pêk bê.”
"Divê şertê aştiya civakî pêk bên"
Di heman civînê de Omer Îzgî axivî û li ser qanûn û mekazagonê peşkeşî kir. Omer Îzgî da zanîn ku divê qanûnên bingehîn neyên guhertin.
Herî dawî jî Koksal Toptan û Mehmet Alî Şahîn di civînê de axivîn û pêşniyarên xwe vêgotin û destnîşan kirin ku ew piştgiriya pêvajoyê dikin.