Ji ber şerê li Rojhilata Navîn bi hezaran sivîl hatin kuştin

Ji destpêka êrîşên Amerîka-Îsraîlê, li dijî Îran-Hizbulahê bi hezaran kes li Îran, Libnan, Îraqê û Welatên Kendavê hatin kuştin û bi hezaran jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê ku ji 28’ê sibatê ve destpêkirî, bi xwe re wêranî, koçerî û kuştin anî Rojhilata Navîn.

 

Li gorî AFP’ê ji destpêka êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê di 28ˊê Sibatê de bi hezaran kes, ji ber şerê li herêmê hatine kuştin û birîndar bûne.

 

Wezareta Tendirustiyê ya Îranê ragihandibû ku zêdetirî hezar û 200 kes di nav de jin û zarok hatine kuştin.

 

li gorî texmînên mafên mirovan jî hejmara kuştiyan bûye hezar û 825 kes û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûne.

 

Li Îsraîlê jî, di êrîşan de 14 kes ji ber mûşekên Îranê hatin kuştin û 2 leşkerên Îsraîlî jî di pevçûnên li başûrê Libnanê de hatin kuştin.

 

Li Libnanê jî, di êrîşên Îsraîlê û Hizbullahê de hejmara kuştiyan di nav de zarok û jinan gihaştiye 886 kesan û zêdetirî hezar kes birîndar bûne û zêdetirî milyonek kes jî koçber bûne.

 

Li dewletên Kendavê jî, 28 kes di nav de sivîl û leşkerî hatine kuştin û hejmarek ji hêzên Amerîkayê hatine kuştin.

 

Li Îraqê jî herî kêm 61 kes di nav de komên çekdar û sivîl hatine kuştin û leşkerên Amerîkayê jî di ketina balafireke leşkerî de mirin.

 

Li 7 dewletên herêmê nêzî 200 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye