Îsmaîl Beqayî piştrast dike ku Mucteba Xameneyî ewle ye

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, piştrast kir ku tenduristiya Rêberê Bilind ê nû Mucteba Xameneyî baş e û dibe ku ew di demeke nêz de, daxuyaneke nû pêşkêşî gel bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevekê wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di daxuyaniyên çapemeniyê de got:

 

"Ez dikarim piştrast bikim ku Mucteba Xamineyî baş e, we berê derbarê axaftina wî de bihîstiye, û em hêvî dikin ku ew di demek nêz de daxuyaneke nû ji gel re pêşkêş bike".

 

Wî her wiha got ku tiştê li herêmê rûdide "şerekî ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê ve, li ser Îranê hatiye ferzkirin e", û tekez kir ku gelê Îranê bi israr dixwaze welatê xwe biparêze.

 

Ev yek piştî raporên medyayê hat ku îdia dikirin ku Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xameneyî di êrîşa yekem de, li gel bavê xwe hat kuştin ku wê demê birîndar bibû û ew hefteya borî bi balafireke leşkerî ji bo dermankirinê bo Rûsyayê hatiye veguhestin

 

Der heqê mijarê de, balyozê Îranê li Moskovayê, Kazim Celalî, piştrast kir ku Rêberê Bilind ê nû, ne li Rûsyayê ye.

 

Li gorî ajansa nûçeyan a TASS, Kazim Celalî da zanîn ku raporên dibêjin Mucteba Xameneyî li Rûsyayê tê dermankirin ne rast in.

 

Ev yek piştî wê yekê hat ku malpera Îsraîlî INews24 ragihandibû ku kesekî nêzîkî Xameneyî bi medyayê re axivî ye û diyar kiriye ku ew roja pêncşemê ya borî bi balafireke leşkerî bo Moskovayê hatiye veguhastin û emeliyata wî bi serkeftî derbas bûye.

 

Hat îdiakirin ku Mucteba di êrîşa ku bavê wî lê hat kuştin de, ji lingên xwe birîndar bûbû û biryara veguhestina Mojtaba bo Rûsyayê piştî peywendiyeke telefonî ya di navbera serokkomarê Îranê û hevtayê wî yê Rûsî de hatiye dayîn.

 

Ji aliyekî din ve, berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov red kir ku  Mucteba Xameneyî ji bo dermankirinê gihîştiye Moskovayê.

 

Mucteba ji dema ku piştî mirina bavê xwe, wek Serokê Bilind hatiye tayînkirin ve derneketiye televîzyonê.

 

Yekem daxuyaniya derbarê wî de di roja sêzdehê şer de hat dayîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye