Li ser banga serokê Meclîsa Îslamî Ya Elewî Ya Bilind Şêx Xezal Xezal, duh li Laziqiyê, Tertûs, Hums û Hemayê xwepêşandanên berfireh hatin lidarxistin.
Xwepêşandan, li dijî binpêkirin û sûcên derheqê Elewiyan li Sûriye de bûn û piştî teqîna mizgefta Îmam Elî Bin Ebî Talib a li bajarê Humsê, hat ragihandin.
Xwepêşandan, tevde bi rengekî aştiyane pêk hatin, lê hêzên ewlekariyê yên Hikumeta Veguhêz destwerdan kirin û li gelek deveran êrîşî xwepêşanderan kir da xwepêşandanan berbelav bikin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li bajarê Laziqiye 2 xwepêşander bi guleyên hêzên ewlekariya hindirîn û alîgirên Hikumeta Veguhêz hatine kuştin.
Li Tartûsê jî xwepêşander, rastî gulebaran û bombeyên rondikrêj hatin û di encamê de gelek kes birîndar bûn.
Li gorî Çavdêriya Sûrî, li bajarên Laziqiyê û Cebleyê, gelek kes bi gule û kêran birîndar bûne ku hin ji wan birînên xwe giran in.
Li derdora Çerxerêya Ezherî ya bajarê Laziqiyê, hêzên ewlekariya giştî bi panzerên leşkerî xwepêşander dorpêç kirin.
Li herêma Peravê piştî ketina rejîma BAAS'ê, li dijî Elewiyan rojane bûyerên kuştin û revandinê rû didin û li beramberî vê siyasetê, gelê peravê banga parastinê dike û daxwaza sîstemeke federalî dike.