Roja duşemê Ehmed Şera wê biçe Almaniyayê

Hikûmeta Almanyayê ragihand ku Serokwezîr Friedrich Merz wê roja duşemê li Berlînê bi Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera re bicive.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat ragihandin ku wê di 30'ê de Adarê, Serokê Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê Ehmed Şera biçe bajarê Berlîn ê Almanyayê.

Ev serdana yekem e ku Serokê Hikûmeta Veguhêz bi awayekî fermî serdana Almanyayê dike.

Tê payîn ku di civîna Berlînê de mijarên wekî bandora şerê li Rojhilata Navîn a li ser herêmê, ji nû ve avakirina Sûriyê, rewşa aborî û vegera kesên ku ji Sûriyê reviyane bên nîqaşkirin.

Çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ragihandin ku Şera wê di forûmekê de bi derdorên aborî re bicive.

Rayedarên Almanyayê anîn ziman ku şerê dirêj ê bi salan dom kiriye, encamên wêranker li ser aboriya Sûriyê kiriye û ji bo ji nû ve vejandina aboriyê pêwîstî bi çavkaniyên darayî yên girîng hene.

Rayedaran diyar kir ku rakirina hin danekirinên Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî wê ji bo vejandina aboriyê bingeheke nû ava bike.

Serdana Ehmed Şera ya Almanyayê di meha Çileyê de hatibû plankirin, lê piştî êrîşên hêzên hikûmeta Veguhêz a Sûriyê yên li dijî Kurdan pêk, hatibû paşxistin.

Wê demê, hikûmeta Almanyayê diyar kiribû ku serdan ji ber “geşedanên siyasî yên navxweyî li Sûriyê" hatiye betalkirin.

Hin rêxistinên civaka sivîl a Almanyayê, bi taybetî yên ku Kurd û Elewiyan temsîl dikin, daxwaza betalkirina serdana plankirî ya berê kiribûn.

Van derdoran pêşwazîkirina Şera li Berlînê wekî “nayê qebûlkirin” bi nav kiribûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye