NY: Li Rojavayê bajarê Şerîayê zêdetirî 36 hezar Filistînî hatine koçberkirin

Neteweyên Yekbûyî bang li Îsraîlê kir ku demildest berfirehkirina wargehên xwe yên li rojavayê bajarê Şerîa, rawestîne. Li gorî NY koçberkirina bi zorê ya zêdetirî 36 hezar Filistîniyan, gihîştiye asteke bilind.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî di derbarê koçberkirina Fîlîstiniyan de raporek parve kir.

 

Komîserê Bilind, destnîşan kir ku koçberiyên ku di navbera Mijdara 2024 û Cotmeha 2025'an de qewimîn e sirgûniyeke bi zorê ya girseyî pêk aniye.

 

Di raporê de wiha hat gotin:

 

"Li rojavayê Şerîayê zêdetirî 36 hezar Filistînî gihîştine asteke bê mînak ku sirgûniyên girseyî pêk tîne."

 

Di raporê de, hişyarî hat dayîn ku ev rewş xetereya paqijkirina nijadî diafirîne.

 

Raporê diyar kir ku dema ku geşedanên li rojavayê Şerîayê, bi koçberiyên girseyî yên li Xezeyê tên nirxandin, ev yek nîşan dide ku Filistînî bi awayekî sîstematîk ji cih û warên xwe tên dûrxistin.

 

Li gorî daneyên NY, rayedarên Îsraîlî di vê serdemê de ji bo ku li Rojhilatê Qudsê nêzîkî 37 hezar û li deverên mayî yên rojavayê Şerîayê jî zêdetirî 27 hezar xaniyên nû bên çêkirin, erê kiriye.

 

Rayedaran tekez kirin ku armanca vê polîtîkayê ew e, ku axa Filistînê bêtir desteser bike.

 

Rêveberê Ofîsa Filistînê yê NY Ajith Sunghay got ku, Filistînî her roj ji mal û erdên xwe têne derxistin.

 

Her wiha ev yek rê li ber berfirehkirina wargehên neqanûnî vedike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye