Mesrûr Barzanî li ser êrîşên mûşek û dronan daxuyanî da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyanî da. Mesrûr Barzanî ji Bexdayê xwest ku rê li ber êrîşên "komên deryasayî" bigire. Mesrûr Barzanî her wiha got ku Herêma Kurdistanê ne asteng e û dixwaze petrol were hinardekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derbarê mûçe, êrîşên dron û mûşekan, hinardekirin petrolê û rewşa navxwe ya Başûrê Kurdistanê de, daxuyanî da.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser êrîşan wiha got:

 

"Mixabin bi mûşek û dronan, êrîş li ser Kurdistanê hatiye kirin.

 

Ev yek ti hincetan qebûl nake.

 

Herêma Kurdistanê ne beşek ji vî şerî ye û em ji Hikûmeta Federal a Îraqê dixwazin ku rê li ber van êrîşan bigire."

 

Mesrûr Barzanî wiha domand:

 

"Hikûmeta Federal berpirsyar e ku êrîşên komên deryasayî rawestîne, ji ber ku beşek ji wan muçeyên xwe ji hikûmeta Îraqê distînin."

 

Her wiha Mesrûr spasiya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ'ê kir ku mûşek û dron xistine xwarê û wiha lê zêde kir:

 

"Roleke wan a gelekî baş hebû, bi taybetî li Hewlêrê."

 

Mesrûr Barzanî di derbarê hinardekirina petrolê ya bi rêya aboriya Herêma Kurdistanê re jî got:

 

"Em wekî Herêma Kurdistanê ji her kesî zêdetir li ser aboriya Herêma Kurdistanê, muçe û debara jiyana xelkê bi fikar in.

 

Em dubare dikin ku Herêma Kurdistanê li gel wê yekê ye ku petrol were hinartin."

 

Serokwezîr Barzanî bal kişand ser dilgiraniyên Bexdayê û got ku Başûrê Kurdistan ne asteng e û ew tenê dixwazin ku garantî hebe da ku ew karibin ji qadên xwe jî petrolê hinarde bikin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku divê Bexda mafên xelkê Herêma Kurdistanê bide û ambargoya heyî rake.

 

Di dawiya daxuyaniyê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û da zanîn ku ji bo parastina xelkê Kurdistanê çi ji destê wan were, wê bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye