Di 6'ê Çileya 2026'an de, ji aliyê hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve, êrîşên giran û dijwar li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin despêkirin.
Li beramberî van êrîşan, şervanên QSD'ê û YPJ'ê di çarçoveya mafê xweparastinê de bersiv dan.
Di encamê de, di navbera herdu aliyan de şer û pevçûnên giran qewimîn.
Ji herdu aliyan jî, windahiyên giran çêbûn û gelek kes dîl hatin girtin.
Di 29'ê Çileya 2026'an de, di navbera QSDê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, di encama hevdîtinan de lihevkirinek çebû û peymanek hate îmzekirin.
Di nava xalên esasî yên vê peymanê de jî, berdana dîlgirtiyan û vegera koçberên ku ji cih û warên xwe der bi der bûne, mijarên sereke bûn.
Pêvajoya serbestberdana dîlgirtiyan a di navbera hêzên ewlehiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, di çarçoveya bicihanîna Peymana 29`ê Çileyê de, di demên dawîn de, pir dereng dimîne.
Ji 11'ê Nîsanê ve, pêvajoya pevguhertina dîlgirtiyan a di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de sekinî ye.
Der barê sedemên vê yekê de, tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.
Bi biryar bû ku di çend hefteyên derbasbûyî de, komeke din a dîlgirtiyan hatiba berdan, lê ev yek pêk nehat.
Li gorî agahiyên çavkaniyên qadê, hîna ji 500 heta 600 dîlgirtiyên QSD'ê, di girtîgehên hikûmetê de ne.
Çavkaniyan bi bîr xist, ku Hikûmeta Veguhêz gelek caran dema pevguhertina dîlgirtiyan bi paş xistiye, û dosyaya dîlgirtiyan bi dosyayên îdarî, siyasî, dosyaya dadgeha Qamişloyê û hin dosyayên têkildarî entegrasyonê ve girê dide.
Di heman demê de, vegera koçberên Efrînê li herêmên wan jî hatiye rawestandin.
Çavkaniyan diyar kir, ku komîteya şopandina peymanê ya ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye avakirin, dosyaya vegera koçberên Efrînê bi dosyayên din ên îdarî û siyasî ve girê didin.
Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29'ê Çileyê de, di 10'ê Adarê de 100 dîlgirtiyên QSD'ê li beramberî 100 dîlgirtiyên hêzên Hikûmeta Veguhêz, hatin berdan.
Di 19'ê Adarê de jî, koma duyemîn a dîlgirtiyan bi hev hatin pevguhertin.
Di vê çarçoveyê de, 300 dîlgirtiyên QSDê û 300 dîlgirtiyên Hikûmeta Veguhêz hatin berdan.
11'ê Nîsanê jî, Hikûmeta Veguhêz 400 dîlgirtî û QSD'ê 90 dîlgirtî berdan.
Cîgirê Wezîrê Parastinê yê herêma Rojhilat Sîpan Hemo, di hevpeyvîna xwe ya duh a ligel ajansa me de diyar kir ku, dosyayên dîlgirtî û koçberan girêdayî Komîteya Entegrasyonê û Wezareta Hundirîn in.
Sîpan Hemo girêdana dosyayên koçber û dîlgirtiyan, bi dosyayên siyasî û îdarî ve red kir.
QSD'ê jî ragihand ku dosyayên dîlgirtiyan û vegera koçberan, armancên pêşîn ên peymanê ne.
Li herêma Cizîrê û Kobanê, malbatên dîlgirtiyan bi banga serbestberdana zarokên xwe, rojane çalakiyan li dar dixin.