Sibe Roja yekem a Cejna Remezanê ye û li bazarên bajaran qerbalixeke zêde heye.
Bi hatina cejina Remezanê re, li bazarên Rojavayê Kurdistanê liv û tevgera zêde ya xelkê heye, xelk bi coş amadekariyên Cejna Remezanê dikin.
Tevî zehmetî û astengiyan jî lê şênî bi hêviyên nû pêşwaziya cejinê dikin û amadekariyan dikin.
Derbarê mijarê de welatiyên li bajarê Qamişlo gotin: "Cejna me bû du cejin ya Newrozê û ya Remezanê, hêvî û daxwazên me aramî li herêmê pêk bê."
Welatiyên Qamişloyê hêviya aramî û aştî li herêmê dikin
Her wiha welatiyê bi nave Ridwan Elî yê ji bajarê Hesekê jî diyar kir kir ku buhayê şekir li bazarê buha ye û wiha lê zêde kir:
"Di navbera Herêma Cizîrê û Şamê de cudahî heye, bi hêviya ku hemû êsîr werin berdan."
Ridwan Elî: Hêviya me di cejnê de ku hemû esîr werin berdan
Cejina Remezanê rêûresmek kevneşop û boneyeke watedar li gel mislimanan, ku her sal misliman bi kêfxweşî li hev kom dibin û cejnê li hev pîroz kirin.