Cîgirê Serokê MHPê Feti Yıldız derbarê rapora ku ji aliyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ve hatiye amadekirin de got: "Em ê roja Sêşemê saet 3ê piştî nîvro dîsa bicivin.
Feti Yildiz dibêje, Em ê raporek hevbeş amade bikin. Me sernavên sereke yên rapora hevbeş nîqaş kir û temam kir."
Cîgirê Serokê MHPê diyar kir ku wan sernavên sereke temam kiriye û xebatên wan bi hev re didomin û got,
"Di hin sernavên me de behsa wate û girîngiya dîrokî ya biratiya Tirk-Kurdan yê li vê herêmê tê kirin. Ger tiştek hebe ku hewce bike di derbarê van sernavên sereke de em lê zêde bikin, em ê roja Sêşemê pêşkêş bikin. Xebata me bi hev re berdewam dike."