Li Amedê êrîşeke çekdarî pêk hat

Li Amedê li dijî komeleyeke hunerî êrîşeke çekdarî pêk hat.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat ragihandin ku di saetên êvarê de  li dijî avahiya "S.M Komeleya Hunermendan a Karsaziya Aborî" li taxa Ofîs a navçeya Yenîşehîr a Amedê êrîşek çekdarî pêk hatiye.

Li gorî agahiyan kesên nenas hatine pêşiya avahiya qata jêrîn a komeleyê gule barandine û piştre reviyane. Di bûyerê de mirin û birîndarî çênebûye, tenê zirarên maddî pêk hatiye.

Hat eşkere kirin ku di dema êrîşê de kes di avahiya komeleyê de tune bû. Bi agahdarkirina welatiyan ve polîs li cihê bûyerê lêkolîn dane despêkirin. Lêpirsîna li ser gumanbaran jî berdewam dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye