Cenazeyê Salih Muslim gihîşt bajarê Kobanê

Bi hezaran Kurdistaniyan cenazeyê endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim ji bajarê Qamişloyê ber bi Kobanê ve oxir kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Vê êvarê cenazeyê Bavê Welat gihîşt bajarê Kobanê.

Piştî ku merasîma oxirkirinê li bajarê Qamişloyê ji bo siyasetmedarê Kurd Salih Muslim hate lidarxistin û ber bi Kobanê ve hat oxirkirin, cenazeyê wî gihîşt Kobanê.

Bi hezaran şêniyên Rojava ji Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din, endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim oxir kir.

Merasîma oxirkirinê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ve li Lîstikgeha Şehîdên 12'ê Adarê pêk hat.

Her wiha ji bo endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevserokê berê yê partiyê Salih Muslim, duh konê sersaxiyê li nêzî Qada Jina Azad a bajarê Kobanê hatibû vedan, îro di roja duyemîn de dewam dike.

Şêniyên bajarê Kobanê di bin konê sersaxiyê yê şehîd Salih Muslim de, soza bilindkirina asta têkoşînê dan.

Cenazeyê siyasetmedarê Kurd sibe bi amedebûna siyetmedar û şêniyên Kobanê wê were veşartin.

Bavê Welat wê li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê were veşartin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye