Ava Elok gihişt stasyona Himê ya Hesekê

Ava stasyona Elok piştî qutbûyîna bi salan gihîşte stasyona Himê ya bakurê Hesekê. Ev heyama 7 sala ne xelkên bajarê Hesekê û gundewarên wê ji ber nebûna ava paqij gelek zehmetî kişandin û niha av gihiştiye stasyona Himê. Heta ku depoyê stasyonê tijî bibin, wê av biçe stasyona Ezîziyê ji bo li ser taxên bajarê Hesekê were belavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî 7 salan ji qutbûna ava Elok li ser bajarê Hesekê û gundewarên wê bi hatina avê re hêviyên welatiyan geş dibe.

Di germahiya havînê de Xelkên Hesekê ji ber nebûna avê gelek zehmetiyan dikşînin.

Welatî neçar in bi riya tankeran, avê bikirIn lê ev yek bandorê li ser jiyana welatiyan dike. 

Hemû çav niha li ser hatina ava Elokê ye. 

Ev demeke xebatên çeksazkirinê ji bo gihandina Ava Elok bo Hesekê tên kirin.

Roja Şemîyê di saetên derengiya şevê de, piştî qutkirina ku bi salan dirêj kir, ava stasyona Elok gihîşt stasyona Himê ya bakurê bajarê Hesekê.

Hatina ava Elok bi awayekî tecrubeyî di stasyona Elok de 19 bîr tên bikaranîn. 

Gerînendeya Avê ya Bajarê Hesekê, xebatên rakirina astengî û binpêkirinên li ser xeta stasyona Elok kirin.

Tê zanîn ku xeta avê ya Elok, ji gundewarê bajarê Serêkaniyê heta Stasyona Himê ya Hesekê dirêj dibe.

Piştî bidawîbûna qonaxa tecrubeyê, tekezkirina bi temamî amadebûna stasyonan û xetên avê ji bo dayîna avê, dagirtina depoyên stsayona Himê wê av ji bo Stasyona Ezîziyê bê şandin û piştre li taxên bajarê Hesekê bê dayîn.

Kampanya giştî ya ava vexwarinê û kanalîzasyonê, diyar kir ku wê bi awayeke fermî xistina stasyona Elok di warê xizmetê de ragihînin. 

Ev yek piştî bidawîkirina lêkolînên derbarê paqijiya avê de, ku ji aliyê saziyên peywendîdar ve pêk hat.

Depoyên stsayona Himê 30 hezar metrekup av di nava xwe de dihewîne. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye